Bahreyn li Îngîltere ji 1 mîlyar Sterlînî zêdetir veberhênanê dike
PeyamaKurd – Dewleta Bahreynê di çarçoveya peymana hevkarî, ortaxî û stratejîk ya bi Îngîltere re wê li Îngîltere li dora 1 mîlyar Sterlîn veberhênanê bike. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Îngîltere ragihandiye, serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak prensê welîahd yê Bahreynê Şêx Selman bin Hamed Al Xalife li Londrayê civiyane. Her dû lîder ragihandine ku ji peymana hevkariyê razî ne. Wezaret weha dewam dike:
“Peyaman dike armanc ku wê di ser 1 milyar Sterlînî de Bahreyn veberhênanê bike, wê destekê bide rengînkirina aboriya Bahreynê, wê di navbera her dû dewletan de teknolojiya temîz, xizmetên kar û hilberînê teşwîq bike. Serokwezîr Sunak îşaret kir ku ‘peymana di navbera her dû dewletan de li ser ewlehiyê, bergiriyê û bazirganiyê ye û dewama wê heye’.”
Di hevdîtinê de her weha li ser şerê Rûsya-Ûkraynayê û mijara Îranê jî axifîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin