Bakirhan: Berpirsê sewata 15 kes tê de mirin kompaniya DEDAS e

25 June 2024 16:24 0 dîtin
Bakirhan: Berpirsê sewata 15 kes tê de mirin kompaniya DEDAS e

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di gotara koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyê de, bal kişand ser daxuyaniyên mexdûrên şewata Çinar a Diyarbekir û Şemrex a Mêrdînê û got, agir ji ber têl û dîrekên elektrîkê yên DEDAŞê derketiye û berpirsê wê karesatê ew in.

Tuncer Bakirhan, di destpêka axaftina xwe de behsa agirê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Diyarbekirê kir ku 20ê Hezîranê rû dabû û di encamê de 15 kesan can dabû, 80 kes birîndar bûbûn û ziyaneke pir mezin bi xwe re anîbû.

Tuncer Bakirhan behsa îhmalkariyên Kompaniya Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) kir û wiha axivî: “Li herêmê belaya DEDAŞê heye. A rast ev yek gelek caran hatiye ziman. DEDAŞ li herêmê wek Dehaq tê zanîn. Kes nabêje DEDAŞ her kes dibêje Dehaq. Çav berdaye nan, xwarin, kar û barên xelkê û wan desteser dike. Bepirsiyarê sereke yê vê felaketê DEDAŞ e. Bawer bikin dema em çûn, em şaş û metel man. Cotkar nikarin heqê fatoreyên xwe bidin. DEDAŞ jî radibe îcrayê ji wan re dişîne û dest datîne ser zeviyên wan û mal û milkên wan. DEDAŞ dîrekên 50 salî yên darî neguhertine. Ev nêzî 50 sal in li bajarê Kurdan ti xizmetguzarî nekiriye û ti pere xerc nekirine. DEDAŞê xwestiye kara xwe û karê xwe zêde bike û çav berdaye berîka xelkê.”

Bakirhan herwiha diyar kir ku DEDAŞ Kurdistanê wekî metîngeh dibîne û wiha pêde çû: “Zîhniyeta DEDAŞê û ya qeyûman tayîn dike yek e. Ji ber ku Kurdistanê wekî mêtingeriya aborî û siyasî dibînin, bi heman ferasetê nêzîk dibin. Ranta xwe bi dest bixe lê xizmetê meke. Ne tenê îktidar hiqûqa dualî nîşanî Kurdan dide, çi şirketên li Kurdistanê hene ew jî hiqûqa dualî bi cih dikin. Şirket jî bi nêzîkatiya îktidarê nêzîkî gel dibin.”