Bakirhan: Li aliyekî pêvajo heye, li aliyê din jî qeyûm! Kes vê qebûl nake

23 January 2025 09:33 0 dîtin
Bakirhan: Li aliyekî pêvajo heye, li aliyê din jî qeyûm! Kes vê qebûl nake

PeyamaKurd – Tuncer Bakirhan tekez kir ku ew weke Partiya DEMê aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwazin.

Bakirhan da zanîn ku ji 1ê Cotmehê û vir ve li Tirkiyeyê demeke nû ya nîqaşan hatiye jiyîn û wiha got:

“Gava din a vê aştiya ku bi Bahçelî destpê kir û Bahçelî jê re dibêje ‘Aştiya li Tirkiyeyê’ vekirina deriyên Îmraliyê bû. Heyeta me li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Îmralî hê jî li cihê ku lê radiweste ye. Îmralî aştiyeke bi rûmet dixwaze. Îmrali dixwaze Kurdên li vî welatî bi gel û baweriyên din re, bi ziman û nasnameya xwe wekhev bijîn. Îmralî şer naxwaze, Îmralî şer naxwaze.

Lê Îmralî jî dixwaze polîtîkayên red û înkarê bi dawî bibe. Îmrali dibêje, di demên herî krîtîk ên dîrokê yên bi sedsalan de Tirk û Kurd bi tifaqan hatine heta roja îro. Ger îro em hemû bi hev re li vê erdnîgariyê dijîn, Kurd jî li vir xwedî ked û xebat in. Ked, xwîn û canê xwe dane van axan. Ji ber vê yekê divê gelên ku van axan bi rê ve dibin, axaftin, ziman û pratîkeke ku bi tifaqa Kurd-Tirk a ku bi tifaqa dîrokî ya berê re li hev e, derxînin pêş. Me hemûyan bi hev re peyamên Îmraliyê wergirtin.”

"Polîtîkaya qeyûman hê jî dewam dike"

Bakirhan anî ziman ku li cihê ku her kes aştiyê dixwaze, polîtîkaya qeyûm hê jî dewam dike û got, “Li aliyekê gotûbêjên aştiyê wê bên kirin, li aliyê din wê hevdîtin bên kirin, li aliyê din wê pêvajoyeke nû ya gotûbêjê çêbibe û li aliyê din jî wê qeyûm bê tayînkirin. Kes vê qebûl nake. Li aliyekî aştî û li aliyê din jî emanet nabe. Li aliyekê destê aştiyê nîne, li aliyê din jî li Rojava qetlîam nayê kirin.”

Bakirhan axaftina xwe wiha domand:

“Deriyên Îmraliyê bi tevahî vekin. Rê li ber Ocalan vekin ku fikrên xwe bi gelên Tirkiyeyê, partiya xwe û kedkarên li Tirkiyeyê re bike yek. Niha Tirkiye aştiyeke bi rûmet heq dike. Tirkiye ji xwîn, pevçûn û wendakirina ciwanên Tirk têr bûye. Tirkiye ji dîtina karkerên feqîr ên Kurd û Tirk û zarokên wan di bin erdê de bêzar bûye û westiyaye. Niha divê em rêya rast biceribînin.”