PDK: Li aliyekî DAIS heye, li aliyê din jî siyaseta erebkirinê didome
PeyamaKurd - Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê li Kerkûkê di Mihemed Xurşîd got, fişareke mezin li ser kurdên derdora Kerkûkê heye ku li aliyekî siyaseta erebkirinê û li aliyê din jî DAIŞ heye.
Berpirsê liqa 3 ya PDKê li Kerkûkê Mihemed Xurşîd, li ser rewşa kurdên Kerkûkê ji malpera fermî ya PDKê re ragihand, DAIŞ rojane êrîşên terorîstî li Kerkûkê dike û mixabin hêzên Iraqî jî li hember wan bêdeng in û tiştekî nakin.
Mihemed Xurşîd dibêje, bi taybet li deverên mîna Daqûq, Dûbiz û Pirdê rewş gelekî xirab bûye ku hêzên Iraqî li wan deran hatine bicihkirin.
Berpirsê PDKê yê li Kerkûkê dide zanîn, guman li ser wan hêzan heye ku ew hêz qaşo bo parastina wan deveran hatine. Lê em hêvîdar in tiştekî din di bin vê yekê de nebe.
Mihemed Xurşîd destnîşan dike; “Rewşa kurdên derdora Kerkûkê gelekî xirab e, ji ber ku fişarek mezin li ser wan heye û gelekî tengav bûne. Li aliykeî siyaseta erebkirinê li ser wan heye û li aliyê din jî tirsa DAIŞê. Di şewitandina zeviyan de jî ferq û cudahî tê kirin. DAIŞ tenê zeviyên kurdan dişewitîne!”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin