Bakur | Li Semsûrê gelek cotkarên tutinê hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber nebûna belgeyên wan ên hilberînê îro li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, hejmarek cotkar û tutinfiroş ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin.
Cotkarên tutinê bi sedema yasaya nû ya qedexekirina hilberîn û firotina tutinê xwepêşandan li dar xistibûn û nerazîbûna nîşan dabûn û xwestibûn, paşde gav bê avêtin ji ber ku ew debara xwe tenê bi tutinê dikin.
Hat ragihandin ku îro Înê hêzên polîs û cendirmeyan li navenda bajarê Semsûrê û qezayên wê bi ser hejmarek navnîşan û malan de girtine û hejmarek kesên ku di xwepêşandanên nerazîbûnê yên çend rojên borî de cî girtine desteser kirine.
Hat zanîn ku kesên hatine desteserkirin birine Rêveberiya Asayişa Semsûrê û Fermandariya Cenderme ya Semsûrê.
Herwiha li çend cihên bajêr hêzên ewlekariyê bi wesayitên zirhî hatine bicihkirin û heta niha derbarê kesên hatine binçavkirin de agahî nehatine belavkirin.
Li gor qanûna nû ya Tirkiyê, nabe ti kes bêyî destûra Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê tutinê biçîne û bazirganiya wê bike. Her cotkarê yasayê binpê bike û mercê wezaretê pêk neyîne jî wê ji 3 heta 6 salan bi cezayê girtîgehê bê sizadan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin