Balafir meydana konserê bombe kirin: 60 kustî û 100 birîndar
PeyamaKurd – Di salvegera pîrozbahiya kêmneteweya Kaçînê ya li welatê Myanmarê de, artêşa Myanmarê bi balafiran êrîş kirin ser meydana pîrozbahiyê û di encamê de herî kêm 60 kesan kuştin û li dora 100 kesî birîndar kirin. Di nav kuştiyan de hunermend û muzîkjen jî hene. Pîrozbahî ji aliyê rêxistina serxwebûnxwaz ya Kaçînê de dihat kirin.
Berdevkê rêxistina hunermendan yê Kaçînê di rêya telefonê de ji bo Associated Pressê (AP) gotiye ku balafirên leşkerî êrîşên bombeyî yên hewayî birine ser ciyê ahengê ku li wê derê di navbera 300-500 kes hebûne. Bûyer do li dora 20.00an çêbûye û 4 bombeyan avêtine ciyê ahengê.
Artêş an desthilatên Myanmarê di mijarê de heya niha ti daxwuyanî nedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin