Balafirên Îsraîlê derdora Samê bombebaran kir

24 March 2024 11:33 0 dîtin
Balafirên Îsraîlê derdora Samê bombebaran kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balfirên şer ên Îsraîlê îro danê sibehê derdora paytexta Sûriyê Şamê bomberan kir.

Medya erebî ragihandiye, ev êrîş piştî ku çend top li Golanê ketin û hejmarek moşek ji başûrê Lubnanê li bakurê Îsraîl ketine, hatiye encamdan.

Hêjayî gotinê ye, Hizbullaha Lubnanê gelek caran êrîşan bi ser sînorên Sûriyê de dibe ser Îsraîlê û artêşa Îsraîlê binkeyên Hizbullahê yên nav Sûriyê bombebaran dike.

17ê Adarê jî, Israîlê du cih li gundewarê Şamê kiribûn armanc, ku yek ji wan depoyeke çekan bû.

Ji 7ê Cotmehpa 2023yan a destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve, artêşa Îsraîlê gelek caran êrîşî Şamê kiriye û serkirdeyên Hemas, Hizbullaha Lubnanê û Pasdarên Îranê kirine armanc.