Îsraîlê derdora Samê bombebaran kir: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Îsraîlê îro deverên derdora Şamê bombebaran kir û di encamê de leşkerek hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.
Li gor artêşa Îsraîlê diyar kiriye, wan navendên berevaniya esmanî yên Sûriyê li derdora Şamê kirine armanc, weke bersivekê li ser avêtina moşekekê dijî balafiran ji axa Sûriyê ve.
Herwiha eşkere kir: “Li hemberî moşeka ku ji Sûriyê hatibû avêtin, me li bataryayên erd-asman yên ku di nav wan de radar û tesîsên dijfirînê jî hene da.”
Di berdewamiyê de artêşa Îsraîlê da zanîn, cihê ku moşeka Sûrî jê ve hatiye avêtin hat diyarkirin û got, ew moşek li asman teqiya.
Di derbarê bombebaranê de ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” destnîşan kir, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê, êrîşek li asmanê Şamê pûç kiriye.
SANA li ser zarê çavkaniyeke leşkerî destnîşan kir, di encama bombebaranê de leşkerek hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn û ziyanên madî jî çêbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin