Balafira Amerîkayê li Japonyayê ket

12 November 2018 20:43 0 dîtin
Balafira Amerîkayê li Japonyayê ket

PeyamaKurd- Medya Japonan ragihand ku li nêzî girava Okinawayê balafireka Amerîkayê ya tîpa F/A-18 ya şer ket. Balafira Amerîkayê ji keştiya şer ya bi navê USS Ronald Reagan bi hewa ketibû.

Li gor beyana artêşa Amerîkayê; di perê balafirê de ariza çêbûye û ketiya girava Okinawayê. Berdevkê wezareta bergiriyê yê Japonyayê Osamu Kosakai bo çapemeniyê ragihand ku her dû pîlotên balafirê bi kursiyên ku xwe pê davêjin, xwe avêtine û rizgar bûne.

Girava Okinawayê tevî ku ya Japonya ye, li giravê baregeha leşkerî ya Amerîkayê heye ku di baregehê de 47 hezar leşker hene.