Balafira bê mirov bû sedema mirina serokê îstîxbaratê

13 January 2019 18:51 0 dîtin
Balafira bê mirov bû sedema mirina serokê îstîxbaratê

PeyamaKurd- Serokê îstîxbarata leşkerî yê Yemenê Muhammed Salih Tamah, roja pênşema borî, Hûsiyan bi dronê (balafira bê mirov) lê dabûn û di êrîşê de giran birîndar bû bû. Êrîş li başûrê bajarê Lahîcê çêbû.

Salih Tamah biribûn bo nexweşxaneyeka li Adenê da birîna wî derman bikin. Lê tedawî bersiva birîna wî neda û li nexweşxanê mir.

Di merasima li bajarê Lahîcê de, di dema merasimê de Hûsiyan bi dronê êrîş biribûn ser merasimê. Di êrîşê de 4 leşker hatibûn kuştin û di ser 10 kesan de birîndar çêbûn. Di nav birîndaran de serokerkanê Yemenê Tumgeneral Abdullah En-Nahi, cîgirê wî Salih  Ez-Zendanî, waliyê Lahicê Ahmed Et-Turkî û serokê îstîxbarata leşkerî  Muhammed Salih Tamah hebûn.