Ketina balafira Rûsyayê bû sedema mirina 13 kesan û 19 birîndaran
PeyamaKurd – Balafira Rûsyayê ya Su-34 ku piştî bi hewa ketibû, ketibû ser avahiyeka 9 tebeqe, di encamê de bû sedema mirina 13 kes û birîndarbûna 19 kesan.
Bûyer li devera Krasnodar a Rûsyayê li bajarê Yeysk ê çêbû. Li gor ragihandina wezareta rewşên awarte; di rakirina enqazan de hatine dawiyê û daxwuyaniya wezaretê weha dewam dike:
“Li devera lêgerîn û rizgarkirinê 10 cesed hatin derxistin. Bi miriyên li nexweşxanê re jimara wan 3 ji wan zarok giha 13 kesan. Tedawiya 19 birîndaran dewam dike. Ji 360an zêdetir kes ji apartmanê hatin tehliyekirin.”
Balafira Su-34 do ji balafigeha leşkerî ji bo perwerdê bihewa ketibû û li ajotvanên wê xwe ji balafirê bi kursiyê avêtine rizgar bûbûn. Li gor rapora ajotvan; balafir piştî bi hewa ketiye agir bi motorekî balafirê ketiye û ketiye ser avahiya 9 tebeqe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin