Balafira Diyarbekirê mecbûr ma xwe danî balafirgeha Balikesîrê
PeyamaKurd – Balafira rêwiyan ya THY ku ji balafirgeha Diyarbekirê diçû Îstenbolê bi sedema firtûnê an ku lodosa xwurt xwe danî balafirgeha Edremîtê ya bajarê Baliksîrê ya bi navê Koca Seyît.
Balafira ku sefera TK 2603 dike ya Boeing 737-900 ER wê li balafirgehê îkmala xwe bike û eger şertên hewayê rast bibin wê bi hewa bikeve û here Îstenbolê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin