Balafira wezîrê bergiriyê hildigirt, cama wê derizî û xwe danî balafirgeha nêz
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar bi balafireka leşkerî ji bajarê Dîlokê bi hewa ket û bi sedema balinde li balafirê ketin û cama pêş ya balafirê derizî mecbûr ma xwe danî balafirgeha bajarê Adanayê.
Wezîr Hulusi Akar, serokerkanê artêşa Tirkiyê Yaşar Güler, fermandarê giştî yê hêzên bejayiyê yên Tirkiyê Ümit Dündar, bo lêkolîn û kontrola yekîneyên Tirkiyê yên li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê li Dîlokê bûn. Piştî kontrol qediya, bi balafireka leşkerî bi hewa ketin lê piştî wextekî kurt balinde li cama balafirê ketin. Cama balafirê derizî.
Li ser derizandina camê, berê xwe dan balafirgeha herî nêz ya Adanayê. Balafir xwe danî binkeya 10 em ya Tankerê û di wezîr an fermandaran de tişteka neyînî çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin