Balafira ku cîgirê serokkomarê Malaviyê hildigirt wenda bû
PeyamaKurd – Serokkomariya Malaviyê ragihand ku balafira leşkerî ya cîgirê serokê dewleta Malaviyê Saulos Klaus Chilima û 9 kesên dinê hildigirt, wenda bûye. Serokkomarî got:
“Piştî balafir ji radarê wenda bû û heya niha temamê hewlên ji bo danîna têkiliya bi balafirê re encam nedane.”
Balafir seet di 09.17an de ji payîtext Lilongwe bi hewa ketiye û ji bo peydakirina balafirê xebat dewam dikin.
Chilima (51) di sala 2022an de ji ber gendeliya ku karsazekî jî di nav de bû hatibû zîndanîkirin, erkên wî ji destê wî hatibûn girtin lê di meha borî de beraet kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin