Balafirên ser ên Tirkiyê Bradost û Sîdekan bombebaran kir

05 November 2023 14:38 0 dîtin
Balafirên ser ên Tirkiyê Bradost û Sîdekan bombebaran kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna binkeyên PKKê devera Biradostê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, di êrîşa şeva borî ya balafirên şer ên Tirkiyê de; zozanên Riwara, Sinîn, Geruî Singa û Çiyasorkê hatin bombebaran kirin. Herwiha gundewarên Bêrkem, Çiyayê Bolê û Bêcwanan yên nêzî bajaroka Sîdekan a Hewlêrê jî hatin bombebaran kirin.

Li ser ziyanên bombebaranê de heta niha agahî nehatin bidestxistin.