Balafirên ser ên Tirkiyê li nav sînorên Duhokê gundek bombebaran kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27ê Cotmehê balafirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê li wê deverê, herêma gundekî nehiya Batîfa li Duhokê bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyan, balafirên Tirk îro li demjimêr 12.00 herêma gundê Bankî yê nehiya Batîfa bombebaran kirin ku ti ziyaneke canî çênebûye.
Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de balafirên şer ên Tirkiyê êrîşên ser gundewarên Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê zêde kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin