Li Duhokê gundekî din ji ber serê PKK û Tirkiyê hat valakirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber şerê PKK -Tirkiyê û bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê gundekî din yê Duhokê hat valakirin.
Qaymeqamê bajarokê AmêdiyêÎsmaîl Mistefa ji medya Kurdistanê re ragihand, ji ber şerê PKK û Tirkiyê gundê Eredinê yê nehiya Kanî Masê ya Amêdiyê hat valakirin.
Îsmaîl Mistefa got, ev sêyemîn gund e ku di heyama çend rojên borî de ji ber şerê PKK û Tirkiyê tê valakirin ku çend roj berê jî gundê Kêste hatibû valakirin.
Li gorî agahiyên qeymeqamê Amêdiyê, ji doh ve şerekî giran li Eredinê derketiye û di encama bombebarana balafirê şer de ziyaneke mezin gihîştiye deverê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin