Elî Teter: Ji ber serê PKK-Tirkiyê li Duhokê bêkarî zêde bûye
PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ragihand, şerê PKKê li Duhokê bêkarî zêde kiriye û ji ber şerê PKK-Tirkiyê zêdetirî 330 gund jî vala bûne.
Parêzgarê Duhokê da zanîn, yekem sedema bilindbûna rêjeya bêkariyê li parêzgeha Duhokê, ji ber ziyanên şerê PKKê ye û got: “Piraniya gundiyan ji ber PKKê, nikarin vegerin ser cih û warên xwe, ji ber wê jî ew bêkar mane.”
Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî roja 8ê Adarê dabû xuyakirin ku zêdetirî 800 gundên Herêma Kurdistanê ji ber şer û pevçûnên PKKê wêran bûne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye wan ava bike.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotibû: “Bêguman helwesta me ew e ku divê ev şer bi dawî bibe, da ku em karibin xelkê vegerînin wan navçeyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin