Dr. Elî Teter bo PKK û Tirkiyê: Serê xwe bibin nav mala xwe...
PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter, li ser pirsa bombebarkirina navçeyên sînor ên parêzgeha Duhokê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve ku bûne sedema şehîdbûna welatiyên sivîl axivî.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter got: “Mixabin hebûna PKKê û hatina artêşa Tirkiyê bi hinceta lêdana PKKê bûne sedema malwêraniya xelkê Herêma Kurdistanê.”
Dr. Elî Teter di civîneke rojnamevanî de diyar kir: “Em daxwaz dikin ew herdu alî bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin, lê eger her biryara şer dane, wê demê em daxwaz dikin wî şerî bibin nav mala xwe, çima şerê xwe dibin welatên din û dibin sedema malwêraniyê bo xelkên din, xelkê me westiya ye, 32 sal e xelkê navçeya me ji zevî û erdên bav û bapîrên xwe qut bûne ji ber wî şerî, em wî şerê li nav axa Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di nav 24 saetên borî de, artêşa Tirkiyê gund û navçeyên çar nehiyeyên sînorê qezaya Amêdiyê topbaran û bombebaran kiriye ku li navçeyên nehiyeyên Çemankê, Şêladizê, Dêreluk û Kanî Masê ji ber wan êrîşên Tirkiyê 3 kesên sivîl li navçeya Dêrelukê hatin şehîdkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin