Esed: Heye ku tevgerên Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê bibin sedema serên etnîkî
PeyamaKurd – Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed ragihand ku, dibe ku çalakiyên Tirkiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê bibin sedema şerên etnîkî û lê zede kir, "em li dijî wê yeke ne ku Enqere koçberên li Tirkiyê bişînin herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiyê de."
Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed ji medya rûsî re axivî û da zanîn ku tu kes bawer nake ku dê Tirkiyê 3 milyon Sûriyeyan vegerîne van herêman.
Esed di berdewamiya axaftina xwe de got, “Eger bi rastî jî dixwazin veya bikin jî ev rewş tewş e. Lewra eger ev yek pêk were îhtimal e ku di navbera kesên xwediyên van deveran û kesên werin bicîkirin, li ser mal û milk û erdan şer û pevçûn derkevin. Xwediyê van deveran dê ji mal û milkên xwe venegerin û ev jî tê wê wateyê ku dê şer û pevçûnên etnîkî derkevin.”
‘Armanc ew e ku komên tundrew ên girêdayî Erdogan bêne damezirandin’
Esed, “Armanca sereke ew e ku, komên tundrew ên girêdayî Erdogan bêne damezirandin. Di her şert û mercê de ev tevger bi xeter in û li dijî îstiqrar û seqamgeriya Sûriyê ne. Ji ber vê yeke em bi tundî li dijî ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin