Beser Esed: Çi derdê Tirkiyê bi Sûriyê re heye?
PeyamaKurd- Pirsgirêka Idlibê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dewam dike û di 5 ê mehê de, wê serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan û serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskovayê hevdîtin bikin. Berya civîna Moskovayê, serokê Sûriyê Beşer Esed di derbarê Tirkiyê de axaftinê kir û weha got:
“Tirk birayên me ne. Ez ji Tirka dipirsim: Çi derdê we bi Sûriyê re heye?”
Li gor ragihandina televizyona Russia 24 ê ku bi Beşer Esed re hevdîtinekî kiriye; Esed gotiye ku Sûriye ti carê bi dijminahî li hemberê Tirkiyê tevnegeriya ye. Esed pirsekî kiriye û gotiye problema ku divê Tirk bên kuştin çiye? Esed weha dewam kiriye:
"Zewacên navbera Tirk û Sûriyeyiyan hene. Malbat hene. Berjewendiyên Tirkiyê û Sûriyê yên hevpar hene. Li Tirkiye gelek kesên Sûriyeyî hene. Li Sûriyê jî gelek Tirk hene. Dayîn û sitendina me ya çandinî diçe ser dîrokeka kevin. Lewra ne mantiqiye ku di navbera me û wan de dijberiyeka ji dil hebe.”
Di bernameya TV yê de tenê bo 1 deqeyekî dîmen û axaftin hatine nîşandan û yên mayî, wê di roja 5 ê meh adarê de, ku wê zîrwe ya Erdoğan û Putin li Moskovayê çêbibe, dê belav bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin