Muslim: Bêdengiya rejîma Sûriyê fikarên lihevkirina Esed û Tirkiyê çêdike

28 April 2019 15:17 0 dîtin
Muslim: Bêdengiya rejîma Sûriyê fikarên lihevkirina Esed û Tirkiyê çêdike

PeyamaKurd - Berdevkê PYDê Salih Muslim bal kişand ser avakirina dîwarê li dora Efrînê û got, Tirkiyê bi lêkirina dîwar dixwaze pêşî li vegera Efrîniyan bigire.

Muslim herwiha diyar kir, “Bêdengiya rejîma Sûriyê ya li dijî kirinên dewleta Tirk, gelek fikarên lihevkirina Tirkiyê û rejîma Sûriyê çêdike.”

Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ajansa Hawarê re axivî û li ser lêkirina dîwarê li Efrînê wiha got:

“Bi danîna dîwaran perçekirina herêmê ne qanûnî ye û li dijî zagonên navnetewî ne. Dewleta Tirk bi van kirinan dixwaze sînorên xwe fireh bike û împaratoriya Osmanî vegerîne. Ev jî gavek ji wan planên wan in ku dixwazin pêşî li vegera Efrînê û gelê Efrînê bigrin. Hedefa wan ne tenê Efrîn e, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

RÛSYA Û ÎRAN TAWÎZAN DIDIN TIRKIYÊ

Muslim balkişand li ser bêdengiya dewletên navnetewî li dijî kirinên dewleta Tirk û wiha axivî:

“Ev bêndengî jî li ser bingehê polîtîkayên wan yên berjewendiyan pêk tên. Rûsya û Îran di danîna dîwaran û kirinên Tirkiyê de gelek tawîz didin. Dixwazin bi wan tawîzan Tirkiyê bi aliyê xwe de bikişînin. Rûsya di polîtîkayên xwe de pragmatik tevdigere û Tirkiye kiriye bin bandoriya xwe, ev jî rê ji kirinên Tirkiyê re vedike.”

HEDEFA ME VEGERANDINA EFRÎNÊ

Berdevkê PYDê Salih Muslim destnîşan kir, ew dîwarên ku tên danîn wê werin rakirin û di her aliyan de ji bo vegerandina Efrînê amadekarî hene.