Ji ber serê PKKê û artêsa tirk gundekî Xirîstiyanan cara duyem hat valakirin

09 May 2021 13:28 0 dîtin
Ji ber serê PKKê û artêsa tirk gundekî Xirîstiyanan cara duyem hat valakirin

Ji ber şerê PKK û artêşa tirk gundê Xirîstiyan cara duyem hati valakirin

PeyamaKurd – Hat zanîn ku cara duyem gundê Çelkê li devera Kanî Masî ji ber bombebarana Tirkiyê û şer û pevçûnên bi PKKê re, hat valakirin.

Li gorî nûçeya K24ê gundê Çelkê yê Xirîstiyanan ji ber bombebarana Tirkiyê û şer û pevçûnên di navbera Tirkiye û PKKê de, di nav 4 mehên borî de cara duyem gundî ji mal û milkên xwe derketin û gund vala bû.

Kesekî ji gundê Çelkê gotiye: “Di heyama 4 rojan de, 15 moşek li ber gund ketin, ji ber wê jî em bi neçarî ji gundê xwe derketin û me berê xwe da devera Berwarî Bala.”

Şêniyê gund dibêje, li herêmên wan tirs û nearamî gelekî heye û ji ber berdewamiya vê rewşê, ew nikarin vegerin gundê xwe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê gelek caran daxwaz ji PKK û artêşa Tirkiyê kirine, şerê xwe veneguhêzin Herêma Kurdistanê, ji ber ku ziyaneke mezin digihînin gundên Herêmê û bi dehan gund vala bûne.