Balafirên Tirkiyê li 6 gundên Kanî Masê bingehên PKKê bombebaran kir

08 September 2020 15:38 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê li 6 gundên Kanî Masê bingehên PKKê bombebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 8ê Îlonê balafirên şer ên Tirkiyê baregeh û çeperên PKKê yên li devera Kanî Masê ya Duhokê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyan îro danê sibê balafirên Tirkiyê baregeh û çeperên PKK yên li devera Kanî Masiyê bombebaran kirinç

Hat zanîn ku 6 gundên Kanî Masê bûne armanca bombardimanê û herî zêde jî gundê Bazê hatiye bombebaran kirin.

Berpirsê rêveberiya Kanî Masê ragihandine ku ji ber bomaberana balafirên Tirkiyê ziyan li ser can û malê gundiyan çênebûye.