Balafirên Tirkiyê li Kanî Masiyê erebeyekî bombe kirin: 3 kes mirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Duhokê li nahiya Kanî Masiyê erebeya ku di rêya xwe de diçû, ji terefê balafirên Tirkiyê de hat bobekirin û di encamê de 3 kesên di erebê de bûn jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandina Rûdawê; kesên di nav ereba Toyota de bûn yên PKKê bûn.
Li aliyê dinê beşa Antî Terorê ya Herêma Kurdistanê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku erebeyekî îro seet di 17.30an de ji terefê balafirên şer de hatiye bombekirin û 3 PKKyî tê de can dane.
Li ser mijarê heya niha PKKê ti agahî nedaye çapemeniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin