PKKê li Kanî Masiyê êrîsî binkeyeke serbazî ya Tirkiyê kir
PeyamaKurd - Hêzên PKKê li sînorê bajarokê Kanî Masiyê êrîşî binkeyeke serbazî ya Tirkiyê kirin û di navbera herdu aliyan de şer derket. Ji ber şerê navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de zirar gihîşt xeta veguhastina elektrîka niştimanî ya 33 KV a di navbera Amêdî û Kanî Masiyê de û ev xeta elektrîkê hat qutkirin.
Li gorî Rûdawê, Rêveberê bajarokê Kanî Masiyê, Serbest Sebrî ragihand, “êrîş îro saet 07:30 serê sibehê li navçeya Baroxê ya li nêzîkî bajarokê Kanî Masî çêbûye.”Rêveberê Kanî Masiyê diyar kir, “şerê navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê bo dema saetekê dom kir.”
Serbest Sebrî daxuyakirin, ji ber şerê navbera herdu aliyan zirar gihîşt xeta veguhastina elektrîka niştimanî ya 33 KV a di navbera Amêdî û Kanî Masiyê de û ev xeta elektrîkê hat qutkirin û niha hemwelatiyên Kanî Masiyê bê elektrîk mane.
Êrîşa gerîlayên PKKê bo ser binkeya hêzên Tirkiyê li bajarokê Kanî Masiyê di demekê de ye, ku dê seven bihorî topxaneyên Tirkiyê navçeyên Berwara Bala topbaran kirin. Şeva bihorî jî çend gulleyên topê li nêzîk gundê Kêste ketin ku di encamê de zirarên maddî gihîşt hejmarek malbatên li wî gundî.
Li sînorê qezaya Amêdiyê jî heta niha ji bilî zirarên maddî 23 hemwelatiyên sivîl di êrîşên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin