Balafirên Tirkiyê li Zawîte li erebeyekî xist: 4 kustî

14 August 2020 00:50 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê li Zawîte li erebeyekî xist: 4 kustî

PeyamaKurd- Balafirên Tirkiyê li nahiya Zawîte li gundê Reşankê li erebeyekî xist û tê de 4 kes can dan. Bo vemirandina agirê bi erebê ketibû,tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê.

Rêvebirê nahiya Zawîte Muşîr Beşîr ragihandiye ku balafirên Tirkiyê li gundê Reşankê erebeyekî bombebaran kirine. Muşîr Beşîr bo Rûdawê weha gotiye:

“Li gor tesbîtê 4 kesên ku di erebede bûne can dane. Lê nasnameyên wan diyar nînin.”