Artêsa Tirkiyê li Sîdekanê li erebeyekî sîvîl xist

20 March 2021 01:21 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê li Sîdekanê li erebeyekî sîvîl xist

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku helîkopterekî artêşa Tirkiyê li Sîdekanê li rebeyekî sîvîl xistiye. Lê rêvebirê nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî bo Rûdawê ragihandiye ku bi balafira şer li erebê xistiye.

Li gor ragihandina Rûdawê; di erebê de 4 kes hebûne. Li gor cîgirê fermandarê tûxayên sînor yên parastinê Kamûran Abdulrehman mijar wehaye:

“2 kesên ku bi ereba xwe çûne gundê Sînînê bo kirîna miyan, bo xwe germ bikin ji erebê daketine û agir vêxistine. Helîkopterekî Tirkiyê êrîşê wan kiriye û 2 kes birîndar bûne.”