Balafirên Tirkiyê li xalên hêzên Sûriyê xistin

07 August 2020 15:21 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê li xalên hêzên Sûriyê xistin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku ku balafirên bêpîlot ên Tirkiyê, li Meret Nûmanê bi moşekan êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê xistin.

SOHR daye xuyakirin ku artêşa Tirkiyê li çiyayê Zawiyê bi moşekan êrîşî xalên hêzên rejîma Sûriyê yên li bajarê Meret Nûman kir ku ggahiyên derbarê ziyanan de nehatine bidestxistin.

Herwiha SOHRê diyar kiriye ku dema ev êrîş pêk hatiye balafirên Rûsyayê jî li asmanê Idlibê difiriyan.

Li gorî SOHRê doh piştî nîvê şevê jî hêzên rejîma Sûriyê bi topan herêmên Fetîra, Kensefra, Sifûhin, Filêfil û herêmên din ên li çiyayê Zawiyê û eniyên bakurê gundewarên Laziqiyê kirine armanc.