Balafirên Tirkiyê li du otomobîlên PKKê xist û Amedîyê tê bombebaran kirin

26 July 2020 18:03 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê li du otomobîlên PKKê xist û Amedîyê tê bombebaran kirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li sînorê bajarokê Bamernê yê girêdayî Amedîyê ya parêzgeha Duhokê balafirên şer ên Tirkiyê du otomobîlên PKKê kirine armanc.

Li gorî çavkaniyên ji bajarokê Bamernê îron balafirên şer ên Tirkiyê li nav sînorên bajarokê êrîşî du otomobîlan kiriye ku tê gotin, di wan herdu otomobîlan de endamên PKKê hebûn.

Herwiha balafiran bombebarana nav sînorê bajarokê Bamernê yê qezaya Amêdî yê Başûrê Kurdistanê jî berdewam dike ku hîn agahiyên zelal derbarê ziyanan de nehatine.