Balafirên Tirkiyê li Pisderê otomobîleke PKKê ya 4 kes tê de bûn bombe kir
PeyamaKurd - Li sînorê navçeya Pişder a dikeve bakurê Qeladiz a Raperînê, balafirên şer ên Tirkiyê di navbera gundên Gîre û Kanî Lan de, li otomobîlek bombebaran kir.
Hat ragihandin ku di wê êrîşa eser otomobîla bu gumana PKKyî tê de ne hatiye armanckirin de, çar kesên di nav otomobîlê de can dane.
Qaymeqamê Qeladizê Bekir Bayiz jî piştrast kiriye ku di nav otomobîlê de 3 – 4 kes hatine kuştin û niha hêzên ewlehiyê ji bo derxistina wan û nasîna wan, dixebitin.
Bekir Bayiz daye zanîn ku ev cara ewil e ku balafirên Tirkiyê van deverên nêzîk bombebaran dikin.
Herwiha çavkaniyên medya Tirk jî ragihandine ku êrîşeke asmanî li dijî otomobîleke PKKê hatiye kirin û kesên tê de hatine kuştin.
Gundê Gîre 15 kîlometre li bakurê rojhilatê Qeladizê ya navenda navçeya Pişder a li sînorê îdareya Raperînê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin