Balafirên ser ên Tirkiyê baregeheke PKKê bombebaran kirin
PeyamaKurd – Balafirên şer ên Tirkiyê, baregeheke PKKê li kampa Mexmûr bombebaran kirin.
Berpirsê liqa PDKê li devera Qereçûx ya Mexmûrê Kirmanc Ebdullah diyar kir, balafirên Tirkiyê baregeheke PKKê li Mexmûr bombebaran kirin.
Kirmanc Ebdullah herwiha daye zanîn, ew baregeha ku hatiye bombebarankirin, li kêleka kampa penaberan e.
Bi gotina wî berpirsê PDKê, di wê êrişê de kuştî û birîndar hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin