Balafirên Tirkiyê binkeyên PKKê li sînorê Zaxoyê bombebaran kirin
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, di berdewamiya êrîşên bo ser PKKê de, binke û baregehên wê partiyê li sînorê Zaxoyê li Başûrê Kurdistanê hatine bombebarankirin û 5 gerîla hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, balafirên şerî yên Tirkiyê, li ser bombebarankirina pêgehên PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê berdewam in.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser hesaba xwe ya twîtterê ragihandiye, şeva borî balafirên şer ên wî welatî pêgehên PKKê li navçeya Heftenîn a ser bi qezaya Zaxoyê ve bombebaran kirin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê daye amaje kiriye, ku di vê êrîş de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.Lê belê derbarê vê êrîşê de, PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê duh jî ragihandibû, ku balafirên şer ên wî welatî êrîşî navçeya Heftenînê kirine û di encama êrîşê de 3 gerîlayan canê xwe ji dest dane.
Tirkiyê ji destpêka îsal ve êrîşên xwe bo ser PKKê, hem li nav axa Baurê Kurdistanê û hem jî li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Artêşa Tirkiyê li ser sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê û li nav axa Başûrê Kurdistanê, operasyonek bi navê Pence dest pê kiriye, ku heta niha sê qonaxên wê operasyonê hatine pêkanîn û qonaxa sêyem a operasyonê hêj berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin