Balafirên Tirkiyê Qendîlê bombebaran kirin

14 September 2019 00:58 0 dîtin
Balafirên Tirkiyê Qendîlê bombebaran kirin

PeyamaKurd- Li gor ragihandina tora medyayê Rûdawê balafirên aîdê artêşa Tirkiyê li qûntara çiyayê Qendîlê çend deveran bombe kir. Bombebaran li dora siet 7.30 ê êvarê çêbû. Berpirsê bajarokê Qesrê ya bi ser Çomanê Şaxewan Wertî bo Rûdawê ragihandiye:

“Balafirên şer 3 caran gundên Dolî Baleyan, Rezwelkê, Qelat û Wesanyan bombebaran kir. Bi sedema bombebaranê têlên elektrîkê yên Dolî Baleyan bi temamî qetiyan. Li gundê Rezwelkê balafir rê bombebaran kir û rêya Qesrê û Dolî Baleyan nema tê bikaranîn. Perçeyên bombeyan li xaniyên hinek gundiyan ketine, mizgefta gund ji bombeyan zerarê dîtiye û gundî çûne di şikeftan de xwe bicîh kirine. Bi sedema bombeyan li rez û baxçeyan şewat derkiye û zerareka zêde ya gundiyan çêbûye.”