Balafirên Tirkiyê rêya Duhokê bombardiman kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê îro rêya sereke ya navbera Duhok – Amêdiyê bombebaran kirin ku ew rê ji çûnûhatinê re hat girtin.
Balafirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna bingehên PKKê li devera Amedîyê bombardimanên xwe berdewam dikin.
Îro jî bi heman hincetê rêya sereke ya navbera Duhok – Amêdiyê hat bombebaran kirin û cihê hatiye bombebarankirin jî tenê 50 metre ji baregeha Liqa 18 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dûr e.
Qaymeqamê Amêdiyê Îsmail Mistefa ji medya Kurdistanê re ragihand ku di encama bombebaranê de ji bilî ziyana madî zirar negihiştiye canê ti kesî.
#BREAKING#Turkish warplanes strike #PKK targets near #Amedi, NE #Duhok. pic.twitter.com/IsSJLoOzD3
— Barzan Sadiq (@BarzanSadiq) June 12, 2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin