Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê: Em civîna PDK û YNKê erênî dibînin
PeyamaKurd – Balyozê Brîtanya yê li Bexdayê Mark Bryson-Richardson ragihand, ew civîna PDK û YNKê erênî dibînin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Bexdayê Mark Bryson-Richardson kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinê, her du aliyan tekezî li ser giringiya pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Brîtanya kirin.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî hatin gotûbêjkirin.
Balyozê Brîtanya eşkere kir, welatê wî civîna navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) erênî dibîne û ew jî piştgiriya çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de dikin.
Di hevdîtinê de qanûna neft û gazê, bûdceya Iraqê, biryara Dadgeha Federalî û bandorên wê yên xirab li ser siyaseta welat jî hatin gotûbêjkirin.
Balyoz Richardson got ku Brîtanyayê Hewlêr û Bexdayê teşwîq kir ku bi diyalogê bigihin çareseriyekê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin