Balyozê Japonyayê bi Kurdî peyamek li ser hevdîtina xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re parve kir

19 October 2023 11:31 0 dîtin
Balyozê Japonyayê bi Kurdî peyamek li ser hevdîtina xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re parve kir

PeyamaKurd – Balyozê Japonya yê li Iraqê Futoshi Matsumoto ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî, peyamek bi zimanê Kurdî belav kir.

Balyozê li ser naveroka hevdîtina xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re, ji hesabê xwe yê Xê bi Kurdî peyamek weşand.

Futoshi Matsumoto got, "Îro careke din em bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan."

Derbarê naveroka civînê de Matsumoto got:

“Me li ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn, bi tekezî li ser rewşa niha ya Gazzeyê û bandorên wê yên li herêmê, nêrînên xwe parve kirin. Em hemû ji zêdebûna şîdetê li herêmê nîgeran in. "Min ji dil dua kir ku aştî û aramî li herêmê were domandin ne ji zêdebûna tundûtûjiyê, nemaze ku hest ji sedeman pir bihêztir e."