Balyozê Kanadayê li Bexdayê: Muzexaneya Barzanî peyamek ji bo paseroja Kurdistanê ye

13 May 2023 11:58 0 dîtin
Balyozê Kanadayê li Bexdayê: Muzexaneya Barzanî peyamek ji bo paseroja Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Balyozê Kanadayê yê li Bexdayê Gregory Galliga diyar kir, ew çaverê dikin ku di warê bazirganî, perwerde û avhewa û hemahengiya leşkerî û mirovî de bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyan deynin.

Balyozê Kanadayê yê li Bexdayê Gregory Galliga ji K24ê re ragihandiye ku Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî peyamek ji bo paşeroja Kurdistanê ye.

Balyozê Kanada yê li Bexdayê Gregory Galliga ku beşdarî vekirina Monument û Muzeya Nîştimanî ya Barzanî bû, diyar kiriye ku mijar girîng e û muzexane peyamek li ser paşeroja Herêma Kurdistanê heye.

Galliga eşkere kiriye, ew çaverê dikin ku di warê bazirganî, perwerde û avhewa û hemahengiya leşkerî û mirovî de bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyan deynin.

Balyozê Kanadayê wiha berdewam kir:

“Ji bo me girîng bû ku em beşdarî vekirina vê muzexaneya netewî û çandî bibin. Di çalakiya ku ji bo rêzgirtin ji Mistefa Barzanî hate lidarxistin de peyamek derbarê paşeroja Herêma Kurdistanê hat dayîn. Herwiha bal kişand ser girîngiya xebata hevpar.

Pêwendiyên Kanada bi Herêma Kurdistanê re hene. Ji bilî piştgiriya leşkerî, helbet em alîkariyên mirovî jî didin. Em li bendê ne ku di warên jîngeh, bazirganî û perwerdeyê de koordînasyona xwe zêde bikin."