Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê balyozê Çînê qebûl kir

03 July 2024 22:55 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî li Bexdayê balyozê Çînê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di seredana xwe ya Bexdayê de, balyozê Çînê yê li Iraqê Cui Wei qebûl kir. Serok Barzanî li ser seredana xwe ya Bexdayê agahiyan da balyozê Çînê.

Serok Barzanî li ser rewşa Iraqê û sedema hevdîtinên bi partiyên siyasî re, niyeta erênî ya li ser çareseriya pirsgirêkên navbera hukumeta Kurdistanê û ya Iraqê, rawestandina li ser berjewendiyên Iraqê ku bi pêwendiyan ve girêdayiye û îstîfada ji rewşa heyî ji balyoz re ragihandiye.

Balyozê Çînê razîbûna xwe ji bo seredana serok Barzanî ya Bexdayê ragihandiye û gotiye ku Çîn destekê dide çareseriyên pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê. Her weha hilbijartina parlementoya Kurdistanê Çînê kêfxweş kiriye.

Di civînê de her dû teref li ser mijarên di sehayên cuda de, yên navbera Kurdistanê û Çînê rawestiyane.