Serok Barzanî, Balyozê Japonyayê yê Bexdayê qebûl kir
PeyamaKurd- Ofîsa Serok Barzanî ragihand ku îro Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Japonê yê nû yê Bexdayê û şanda ligel wî qebûl kir. Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de qala pêwendiyên dualî û siyaseta giştî û herêmî hatiye kirin.
Li gorî agahiyên ku di derbarê hevdîtinê de hatin ragihandin, hat diyarkirin ku Serok Barzanî, Balyozê Japonê yê Bexdayê Futoshi Matsumoto ku nû dest bi erkê kir û şanda ligel wî pêşwazî kiriye. Hat zanîn ku di hevdîtinê de li ser rewşa navçeyê û metirsiya terorê dan û stendin hatine kirin.
Hat eşkerekirin ku di hevdîtinê de li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa navçeyê û metirsiya terorê guftûgo hatiye kirin û hat zanîn ku Futoshi Matsumoto têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku ew dixwazin welatê wan, Herêma Kurdistanê û Iraq aram û bextewar bin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serok Barzanî li ser veberhênan û projeyên Japonyayê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê, agahî dan û Matsumoto tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî ligel bipêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistan û Iraqê ye.
Hat ragihandin ku Serok Barzanî spasiya alîkariyên Japonyayê yên ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo Futoshi Matsumoto ya di posta wî ya nû de xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin