Serokwezîr Barzanî bi Balyozê nû yê Japonyayê re civiya

30 November 2022 19:59 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi Balyozê nû yê Japonyayê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 30yê Mijdarê bi Balyozê nû yê Japoya yê li Iraqê Futoshi Matsumoto re civiya. Di civînê de tekezî li ser sûdwergirtina ji şarezayî û ezmûna Japonyayê ya ji bo baştirkirina rewşa perwerde, xwendin û dibistanên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de Serokwezîr pîrozbahiya destbikarkirinê li Balyozê nû yê Japonya yê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest û hemû piştevaniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Japonyayê nîşan da.

Balyozê Japonyayê kurteyek li ser kar û çalakî û projeyên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, bi taybetî di warê av û elektrîk û masterplana bajaran û alîkariya mirovî ji bo penaber û awareyan.

Di beşeke din a civînê de, li ser baştirkirina rewşa perwerde, xwendin û dibistanên Herêma Kurdistanê û sûdwergirtina ji şarezayî û ezmûna serkeftî ya Japonyayê ya di vî warî de hat rawestîn.