Serokwezîr Barzanî bi balyozê Japonyayê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 18ê Kanûnê bi balyozê nû yê Japonya yê Iraqê Naofumi Hashimoto re civiya.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li hevdîtina ku konsûlê giştî yê Japonyayê yê herêma Kurdistanê Katsumi Moriyasu û şandek jî amade bûn, babetên girêdayî Iraqê û Kurdistanê hatin axaftin.
Hashimoto di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ya serdana herêma Kurdistanê anî ziman got, Japonya giringiyeke mezin dide peywendiyên ligel herêma Kurdistanê û destxweşî li pêşdeçûnên herêma Kurdistanê yên di hemû waran de kir.
Balyozê nû yê Japonyayê beşdariya herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de bilind nirxand û hêvî xwest pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê bên çareser kirin.
Di hevdîtina ku behsa diyaloga navxweyî ya herêma Kurdistanê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê jî hat kirin de, Serokwezîr Barzanî ji bo serdanê spasî li Hashimoto kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew wekî herêma Kurdistanê bihayekî mezin didin peywendiyên ligel Japonyayê û ji bo projeyên Kurdistanê û Iraqê hêviya berdewamiya wan peywendiyan xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin