Serok Barzanî, Balyozê Japonyayê yê Iraqê qebûl kir
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro Balyozê Japonyayê yê Iraqê qebûl kir. Li gorî agahiyên ku hatin parvekirin, di hevdîtinê de li ser rewşa siyaseta giştî ya Herêma Kurdistan û Iraqê her wiha li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Japonyayê hatine nirxandin.
Baregeya Barzanî, li ser hevdîtina Serok Mesud Barzanî û Konsulê Giştî yê Japonyayê yê Iraqê Arakawa Mikihiro ragihand ku di hevdîtinê de qala berxwedana gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê hatiye kirin û bi pesindarî qala rol û misyona cenabê Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî, Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye kirin.
Di hevdîtina ku mijarên siyasî jî hatine nirxandin de hat eşkerekirin ku rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî hatine guftûgokirin. Hat zanîn ku Serok Barzanî li ser mijarê tekezî kiriye ku PDK dixwaze hilbijartinên Kurdistanê di dema diyarkirî de bên kirin û ew ji bo hilbijartinê amade ne.
Hat ragihandin ku Arakawa Mikihiro, di derbarê hevkarî û hemahengiyên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêvebirina herêmê û cihên din nirxandin kirine. Bi berdewamî hat gotin ku qala babetên xizmetguzariyên giştî û dabînkirina av û elektrîkê jî hatiye kirin.
Hat eşkerekirin ku Serok Barzanî spasiya Balyozê Japonî kiriye û xwestiye ku pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê zêdetir bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin