Balyozê Pakistanê got ku dixwazin li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin

20 January 2022 23:22 0 dîtin
Balyozê Pakistanê got ku dixwazin li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin

PeyamaKurd – Serkonsolosê Pakistanê yê Iraqê Ahmed Emced Cemîl seredana serokê Herêma Kurrdistanê kir û bi serokê herêmê bi Nêçîrvan Barzanî re civiya. Di seredana xwe ya fermî de ragihand ku ew dixwazin li Hewelêrê konsulxaneya xwe vekin û ji Pakistanê seferên esmanî ji bo Kurdistanê bidin destpêkirin.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de li ser pêşxistina têkiliyên Pakistanê bi Hewlêr û Bexdayê re, bi taybetî di seha bazirganiyê, perwerde û zanîngehan de, derfetên kar û veberhênana Pakistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandiye ku Herêma Kurdistanê jî dixwaze pêwendiyên Kurdistanê bi Pakistanê re bipêş bixe û Pakistan li Kurdistanê veberhênanê bike û sermaya xwe li herêma Kurdistanê bicîh bike.