Balyozê Siûdî silavên Sah Selman û Emîr Mihemed gihand Serok Barzanî

12 September 2021 15:25 0 dîtin
Balyozê Siûdî silavên Sah Selman û Emîr Mihemed gihand Serok Barzanî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Balyozê Erebistan Siûdî yê li Iraqê Abdulezîz Bin Xalid El Şemerî kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Siûdiye li Iraqê, silavên Şah Selman Bin Abdulezîz Paşayê Siûdiye û Emîr Mihemed Bin Selman Cîhnişînê Siûdî bi Serok Barzanî gihand û tekez li wê yekê kir ku aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê ji bo welatê wan gelek girîng e.

Herwiha Serok Barzanî spasî Şahnişînê Siûdiyê û Şah Selman kir ku di şerê terorîstên DAIŞê da palpiştê gelê Kurdistanê bûn.

Di vê hevdîtinê de tekez li ser dostayetî û pêwendiya dîrokî ya di navbera her du aliyan û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişînê Siûdiye kirin.

Gefên terorê li ser aramiya navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû.