Qralê Siûdî Selman bîn Ebdulezîz rakirin nexwesxaneyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz ji bo hin tehlîlên pizîşkî bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Li gorî ragihandina ajansa fermî ya Siûdî SPAyê, Qral Selmanê 86 salî bo nexweşxaneya Qral Feysel a bajarê Cideyê hatiye veguhestin.
Derbarê tenduristiya Qral Selman de ti agahî nehatine belavkirin, tenê hatiye gotin ku wê hin tehlîlên pizîşkî bêne kirin.
Beriya niha 20ê Tîrmeha 2020an jî Qral Selman rakiribûn nexwexşxaneyê û piştî neştergeriya ziravê bi 3 rojan ji nexweşxanê derketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin