Pasevanê Qralê Siûdî Selman hat kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku pasevanekî nêzîkî Qralê Erebistanê, Şah Selman bîn Ebdulezîz di êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin.
Li gorî medya Erebistanê, pasevanê nêzîkî şah Selman ê bi navê Ebdulezîz Fexem di encama “şerekî şexsî” de, li bajarê Ciddeyê hatiye kuştin.
Hat diyarkirin ku ew pasevanê şah Selman çûbû mala hevalekî xwe li bajarê Ciddê û di navbera wî û hevalê de şer derdikeve, hevalê wî bi tivingê wî dikuje û 5 efserên din jî birîndar dike.
Hîn zelal nebûye bê çima pasevanê şah Selman û hevalê xwe şer kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin