Sahê Erebistina Siûdî Selman bin Ebdulezîz rakirin nexwesxanê

19 May 2024 12:43 0 dîtin
Sahê Erebistina Siûdî Selman bin Ebdulezîz rakirin nexwesxanê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi sedema zêdebûna sincirandina laşê wî Şahê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz El Suud, rakirine nexweşxaneya li Koşka Al Salam a Ciddeyê.

Li gorî zanyariyên medya Erebistana Siûdî, Şah Selman, ji ber zêdebûna kela laşê wî û êşa hestiyan rakirine nexweşxaneya Koşka Salamê û tedawîya wî hatiye destpêkirin.

Hate diyarkirin ku wê hemû pişkinînên bo çareseriya pizîşkî li ser Şah Selman bên kirin.

Şah Selmanê 88 salî herî dawî di meha Nîsanê de ji bo pişkinînên pizîşkî rakiribûn nexweşxaneyê.