Sahê Erebistana Siûdî bangewazî li Îranê kir...

17 October 2022 20:36 0 dîtin
Sahê Erebistana Siûdî bangewazî li Îranê kir...

PeyamaKurd – Şahê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz, di vekirina Encûmena Şêwrê ya welatê xwe de, nêrîna Erebistana Siûdî ya li ser mijarên herêmî û navnetewî eşkere kir.

Şahê Siûdî di axaftina xwe de bang li Îranê kir ku berpirsiyariyên xwe yên derbarê bernameya nukleerî de bicih werîne, hevkariyeke tam bi Ajansa Atomî re bike û gavên cidî ji bo razîkirina civaka navdewletî bavêje. Herwiha daxwaz ji Îranê kir, ji bo baweriyê bide welatên cîran jî gavan bavêje.

Şah Selman li ser rewşa Iraqê diyar kir ku ew piştevaniya têkoşîna dijî rêxistinên terorî û komên milîs dikin û dixwazin, di çarçoveya serwerî û yekparçebûna Iraqê de aramî û ewlehî di bin banê nasnameya Erebî de were dabînkirin.

Ji bo rewşa Sûriyê jî Şah Selman got, divê rê li ber dubarebûna tundiyê bê girtin, agirbestên heyî bên parastin û alîkariyên mirovî bo xelkê Sûriyê bê gihandin.

Herwiha li ser krîza Ukraynayê jî Şah Selman diyar kir ku ew piştevaniya hemû hewlên bidawîkirina operasyonên leşkerî dikin.