Balyozê Tirkiyê serdana Serok Barzanî kir
PeyamaKurd – Balyozê Tirkiyê yê Iraqê Alî Riza Guney li Hewlêrê serdana Serok Mesûd Barzanî kir.
Hat ragihandin ku îro Yekşemê balyozê Tirkiyê yê Iraqê Guney ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatiye pêşwazîkirin û di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, pêngavên dawî yên pêkanîna hikûmeta nû, reşnivîsa ku di navbera aliyên Kurdistanî, Sune û Çarçoveya Hevahengiyaê de li ser bingeha destûrê hatiye amade kirin, hatine gotûbêjkirin.
Herwiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, mijareke din a vê hevdîtinê bû û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin